şarkı sözü
Berîvanê
Berîvanê, Berîvanê,
Tu keça rind û ciwanê
Tu şehîda gulîstanê
Tu sembola serhildanê
Tu çîçeka Gulîstanê
Şîn bûy Cizîra Botanê
Meskenê Memê Alanê
Cîyê şêr û şehidanê
(Dîsgotin)
Berîvanê mey bê vala
Çek û sîleh, bejnê pêça
Daket ala Cizîra Botan
Keça Kurda bû ye rêzan
(Dîsgotin)
Etiketler kürtçe şarkı sözü